Li Holendayê êrişî alîgirên Îsraîlî hat kirin!

.

Li Amsterdama paytexta Holendayê alîgirên tîma Maccabî Tel Avîvê ku mêvanên tîma Ajaxê bûn, piştî maçê rastî êrişê hatin, gelek Îsraîlî birîndar bûn.

Di hefteya 4emîn a Lîga Ewropayê ya EFAyê de Ajaxê li Stadyuma Johan Cruijffê mazûvaniya Maccabî Tel Avîvê kir.

Ajaxê maç 5-0 bir û pûanê xwe kir 10 û bi cudahiya golan bû yekem.

Komeke Îsraîliyan a ku ji bo temaşekirina maçê çûbû Holendayê rastî êrişê hat.

Balyozxaneya Îsraîlê ya Amerîkayê diyar kir ku “çeteyek” sivîlên Îsraîlê dike hedef.

Wezareta Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê ev êriş wekî “antîsemîtîzm” bi nav kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de jî hat gotin:

“Serokwezîr daxwaz kir ku demildest 2 balafir ji bo welatiyên me bînin vir werin şandin.

Êrişên li Amsterdamê yên li dijî welatiyên me dê neyên paşguhkirin.”

Wezîrê nû yê Karên Derve yê yê Îsraîlê Gideon Saar jî ji Hikûmeta Holandayê xwest ku alîgirên Îsraîlî bi awayekî ewle ji otelan bigihînin balafirgehê.

Îsraîlê diyar kir ku 2 balafir ji bo birina alîgiran hatine şandin.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bangî Îsraîliyên li derve kir ku sembolên Îsraîlê û Cihûyan hilnegirin.

Maça Beşîktaşê dê bêalîgir were lîstin

Maça Lîga Ewropayê ya UEFAyê ya di navbera Beşîktaş û nûnera Îsraîlê Maccabî Tel Avîvê de ku diviyabû 28ê mehê li Stenbolê bihata lîstin, bi biryara UEFAyê derbasî stadyumeke bêalî hat kirin.

Welat û stadyuma ku dê maç lê were lîstin, tê payîn ku heta dawiya hefteyê were diyarkirin.

Maça basketbolê ji ber sedemên ewlehiyê li Sirbistanê hatibû lîstin.

Tîma Basketbolê ya Beşîktaşê û Hapoel Shlomoyê jî ji ber ewlehiyê li Sirbîstanê maçek kiribû.

Kurdistan Haberleri

Şerê Sûrîyê: Tirsa Tekçûna Rewşa Mirovahî
Li Sûriyê nexşe diguhere: Çekdar li Hemayê, HSD li Dêrazorê pêş ve diçe
Ji Neteweyên Yekbûyî civîna awarte ya Sûriyê
Ji Îranê hişyarî bo Tirkiyê: Nekevin xefika Amerîka û Îsraîlê
Înîsiyatîfa muzeya bîranînê ya Girtîgeha Hejmar 5: Di derbarê kiryarên 12 Îlonê, em rûbirûyî bûyerek nûh in