Walîtiya Îdirê ragihand ku ji bo ku piştî encamên Hilbijartinên 31ê Adarê bûyerên nebaş neqewimin, civîn û xwepêşdan ji bo heyama 15 rojan hatin qedexekirin.
Hat gotin li ser biryara Walîtiya Îdirê ji bo ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê rê li ber bûyer û çalakiyên provokatîf û pevçûnan bê girtin li giştiyê bajêr 15 rojan li ser rê, kuçe, kolan, meydan, park û cihên giştî civîn, meş û çalakî hatin qedexekirin.
Berbijêrê HDPê Yaşar Akkuş li gor encaman destpêkê yên nefemî di 31ê Adara 2019an de bi rêjeya ji sedî 50.10 serokatiya Şaredariya bidest xist. Dûvre, li ser îtiraza MHPyê deng dubare hatin hejmartin, lê 17 dengên HDPê zêde bûn.