Ji encama burdûmanên artêşa Sûriyê û Rûsyayê, 8 welatîyên sivîl li başûrê Idilbê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku artêşa Sûriyê komkujîyek li gundê Tel Minis, ya ser Mieret Elnûiman ve pêkanîye û herî kêm 7 welatyên sivîl hatine kuştin û hejmareke din jî brîndarbûne.
Herweha Rewangehê belavkirîye, ku ji encama êrîşên li ser gundê Helbeyê li başûrê Idilbê jî welatyeke sivîl hatîye kuştin.
Rewangehê amaje bi kuştîyên çekdarên dijberya Sûriyê û artêşa Sûriyê jî kirye û li gor rapora wê, 31 çekdarên dijberîyê û 22 serbazên artêşa Sûriyê û mîlîşîyatên pêve grêday li heman navçeyê hatîne kuştin.