Li Îdlibê di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê de şer derket

Çekdarên opozîsyona Sûriyê alîgirên Tirkiyê ne û du komên wan ev du roj in li herêma aramkirî şerê hev dikin, gelek kes ji hev kuştin.

Li gor çavkaniyên herêmê şerê komên çekdar ku doh 1ê Çileyê destpê kiribû li Idlibê berdewam dike û herî kêm 20 kes hatine kuştin û 35 çekdar jî birîndar bûne.

Beriya niha hatibû ragihandin ku şer di navbera El Nûsraya berê Tehrîr-uş Hayat el al-Şam û Eniya Rizgariya Netewî de derketiye.

Tehrîr-uş Hayat el al-Şamê hefteya borî dabû xuyakirin ku koma Eniya Rizgariya Netewî ku alîgirên Tirkiyê ne, 5 endamên wan kuştiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin