Li Idlibê dibistanek bû armanca bombebaranê: 9 kuştî

Qurbanîyên sivîl di şerê li Îdlibê de her ku diçe zêde dibin. roja Yekşemê hêzên hikumeta Sûrîyê dibistanek li bajarokê Sermîn yê ser bi bajarê Idlibê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên welatîyan di encamê de 9 kes hatine kuştin, 3 xwendevan û 2 mamoste di nava wan de hebûn.

Bomberana hêzên hikumeta Sûrîyê li devera ku di jêr kontrola çekdarên girêdayî Tirkîyê ye li Idlîbê berdewam e.

Dibistana bajarokê Sermîn ya ser bi bajarê Idlibê ve roja şemîyê bo armanca moşekên hêzên hikumeta Sûrîyê.

Mihemed Elelî yek ji şênîyên bajarokê Sermîne dibêje, êrîşa hatîye kirin bi taybet dibistan armanc kirîye, moşek di dema zarok ji dibistanê derketine pêk hatîye. 

Mihemed Elelî, şênîyê bajarokê Sermînê dibêje, “Ev êrîş li ser zaroka pêkhat, armanc jê derbeder kirina me ye, lê înşala emê her ji pîyabin. Mamosteyan zarok bi rêdikirin. Mamosteya ducanî bû şehîd bû. 9 kes şehîd bûn, birîndar jî zêdeyî 20 kesan bû. Devera ku mûşek lê ketîye cihê çend dibistanaye, çarşîya bajarok jî nêzîk e. Êrîşê xwestîye hêjmarek mezin ji şênîyên bajarok bike armanc.”

Ji destpêkirina operasyona Rûsya û hikumeta Sûrîyê ya li başûrê bajarê Îdlîbê, heta niha bi sedan sivîl bûne qurbanî, Li gor amarên rêxistina kordînatorê bersivdanê ya Sûrîyê ya berîya 5 rojan, 214 hezar welatîyên gundewarên başûrê Îdlîbê koçberî deverên bakurê Sûrîyê bûne.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!