Li Idlibê hejmarek serbazên Tirkîyê birîndar bûn

Helîkopterên artêşa Tirkîyê, serbazên Tirkîyê yên birîndar ji xalên çavdêrîyê yên li başûrê Idlibê veguhastin Tirkîyê.

Navenda Nûçeyan - Duhî ji bo birêvebirina gereke çavdêrîya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser rîya M4 li gundewarê Idlibê, Tirkîyê hêzeke mezin li ser rîya M4 kom kir û xwast komên ji ser rê rake û xelkê nerazî yên kom bûne belav bike.

Piştre jî pevçûn di navbera wan de derketibû û hêzên Tirkîyê 2 kes kuştibûn, herwiha firokeyeke bêfirokvan a Tirkîyê otombîleke Heyat Tehrîr El Şamê bombebaran kiribû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûbûn.

Piştre jî Heyet Tehrîr El Şam êrîşî ser xala çavdêrîyê ya Tirkîyê li navçeya Neyrebê kir û hejmarek serbazên Tirkîyê birîndar bûbûn. Ew birîndar jî bi Helîkopteran bo Tirkîyê hatin guhastin.

Ji roja 13ê Adarê ve jî, wek nerazîbûn li ser birêveçûna gerên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî li başûrê Idlibê, hejmarek kes li ser rîya navdewletî M4 li başûrê Idlibê kom bûne û kon jî li ser vegirtine û rêgirîyê li gerên Rûsî – Tirkî dikin.

K24

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e