Navenda Nûçeyan- Li Bakurê Idlibê di encama êrîşa li ser kampeke koçberan de, 12 kes bûne qurbanî, û hikûmeta Sûrîyê bi wê êrîşê tê tohmetbar kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de, ew êrîş bi tûndî şermezar kir û got, ku divê hikûmeta Sûrîyê û hevpeymanên xwe dawîyê li wan komkujîyan bînin.
Roja pêncşemê di encama êrişeke li ser kampeke koçberan li gundê Qah ê Idlibê 12 sivîlan li nav kampê canê xwe ji dest dan, û 50 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha gelek çadirên koçberan şewitîn û zerarek zêde giha kampê.
Yek ji kesûkarê qurbanîyan ê bi navê Ebû Mehmûd dibêje, “Me destpêkê dengê teqînekê bihîst, teqînek bihêz bû, piştre teqînek din jî çêbû. Em hatin temaşeyî çadira biryayê xwe bikin, agir pê ketibû, hevjîn û keça birayên min canê xwe ji dest dan.”
Hikûmeta Sûrîyê bi encamdana vê êrîşê tê tohmetbarkirin. Kirina vê êrîşê jî bo ser vê kampê di demekê de ye ku navçe, navçeyek aram e, û kamp jî ketîye sînorê navçeya agirbesta di navbera Rûsya û Tirkîyê de. Akincîyên kampê dibêjin, ku bawer nedikirin di vê demê de tiştekî wiha çêbibe, lê tirs bûyerên wiha dubare bibin.
Koçberekî Sûrî yê bi navê Ehmed Selîm dîyar dike, “Tenê Xwedê dizane ku çi çêbûye, kampa me wêran bûye. Ev heft sal in em li vê derê ne, berî pênc salan êrîşî me kirin, niha jî bi heman awayî êrîşî me kirin, ev der bi xwe navçeyek aram e, nabe kesek êrîşê bîne ser, lê ti çavdêrî nîne, hebûna Neteweyên Yekbûyî û kesekî din nîne.”
Piştî êrîşê, Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ev êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, divê hikûmeta Sûrîyê û hevpeymanên xwe dawîyê bi van komkujîyan dijî sivîlên sûrî bînin.
Çavkanî: Rûdaw