Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê, keçeka kurd, ji kerba xalê xwe, xwe kuşt!
Malpera Hengaw ragihandiye, li Îlamê keçeka kurd bi navê Zehra Mehdî Bêgî (25 salî) bi xwarina derman xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, wê keçka kurd ji ber ku xalê wê nehîştibû ew şû bike, xwe kuştiye.
Li Pîranşarê jî keça kurd ya bi navê Sebriye Mihemedzade, xwe xeniqand. Nayê zanîn wê keçka kurd çima xwe xeniqandiye.