Li Îlamê keçikek 11 salî ji ber belengazîyê xwe kuşt!

Bavê wê nekarîbû jê re kincên nû bikire!

Navenda Nûçeyan - Li gundekî bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê, keçeka 11 salî ji ber ku bavê wê nekarîyê jê re kincên nû bikirre, xwe kuşt!

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandîye, çend roj berê li gundê Zerdelan yê bajarê Îlamê keçikek 11 salî bi navê Zeyneb Cehangîrî xwe xeniqand!

Li gorî agahîyan, wê keçkê daxwaz ji bavê xwe kiribû ji ber cejna Newrozê kincên nû jê re bikirre lê bavê wê ji ber belengazîyê nekarîbû jê re kincan bikirre, Zeynebcê jî çûbû bi kindir xwe xeniqandibû!

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e