Li Îran û Rojhilat 128 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 128 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta tenduristiya Îranê Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 2 hezar û 89 kes li Îran bi vîrûsa Korona ketin e. Herweha 128 kesan canê xwe jidest dane.

Bi vê amarê, hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 23 hezar û 157 kesan û hejmara tûşbûyan jî 402 hezar derbas kiriye.

Li gor dawî amarên zanîngehên bijîkî yên 5 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê, heta niha zêdetir 2 hezar û 700 kesan li rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne