Desthilatdarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê desteserkirina melayên Sunne zêde kirin piştî daxuyaniyeke tund a vîdyoyî ya bi dehan alimên olî yên bibandor ku bidarvekirina xwepêşanderên dijî hikûmetê wek "ne Îslamî" bi nav kirin û bang li rayedaran kirin ku dawî li girtina "neqanûnî" ya bi hezaran xwepêşanderên aştiyane bînin.
Dezgeha olî ya Sunne, ku bi piranî li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên Belûc û Tirkmen ên Îranê ne, bi piranî piştgirî da tevgera protestoyî ya ku ji ber kuştina Jîna Emînî di nîvê Îlonê de dest pê kiribû.
Tevî tevgerên xuya yên wêrek ên meleyên Sunne yên di piştgirîkirina xwepêşandanan de, rayedaran heta vê dawîyê xwe ji tepeserkirina wan dûr hiştibûn, di heman demê de dest bi girtina tundûtûjî ya zêdetirî 20,000 xwepêşanderan kiribûn.
Rewş roja Duşemê guherî dema ku hêzên ewlekarîyê du mele li Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê desteserkirin.
Mela Mihemmed Cemaladîn Wezî û Mela Şerîf Mehmûdpûr ên li gundê Pasvehê hatin desteserkirin û birine cihekî ne diyar.
Wezî kurê alimekî kurd ê sunnî Seyîd Nûredîn Wezî ye. Endamekî malbatê îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand: “Ajanan bi ser malekê de girtin û êrişî Mela Cemaledîn Wezî kirin û piştî girtinê dest danîn ser alavên wî yên wek laptop û telefonên destan.”
Seyîd Nûredîn Wezî Wêne: Hengaw
Herwiha endamê malbatê got jî “Ajanan li ber çavên bavê Mela Wezî yê temenmezin Seyîd Nûraldîn Wezî, ku zanayê herî navdar ê sunne yê Kurd li Îranê ye, heqaret li malbatê kirin.”
Piştre, sibeha Sêşemê, hêzên ewlehiyê li heman bajarokî du melayên din jî desteser kirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Kurd navên wan her du melayan Mela Yûnis Noxan û Mela Seyid Silêman Ehmedî ne.
Mela Hesen Kohî di destpêka vê mehê de li bajarê Serdeştê hat girtin û hejmareke din jî li Rojhilatê kurdistanê gef li wan hatiye xwarin ku rastê heman çarenivîsê bên.
Piştî vê pêla dawî ya xwepêşandanan, herî kêm neh meleyên Kurd niha di zindanê de ne. Melayekî ku gefa girtinê lê hatiye xwarin, îro Çarşemê ji parêzgeha Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Melayê ku nexwes navê xwe eşkere bike got “Zextek mezin li ser melayan tê kirin û roj bi roj zêde dibin. Ew bi berdewamî melayan desteser dikin û gazî wan dikin, lê ew ji girtina melayên nimêja înê hişyar in da ku bêtir dijminatiya gel nekin.
Girtina herî dawî piştî wê yekê hat ku 80 melayên Pîranşar, Nexede û Şino daxuyaniyeke vîdyoyî belav kiribûn û tê de bidarvekirina xwepêşanderan şermezar kiribûn, û vê yekê weke "ne îslamî" û "neqanûnî" bi nav kiribûn.
Di daxuyaniyê de, melayan kûrbûna gendeliyê û nerêveberiya welat wekî katalîzatorên sereke yên li pişt tevgera protestoyî dibînin û hikûmetê şermezar dikin ku guh nedaye daxwazên xwepêşanderan.
Ew dibêjin ku li şûna ku guh bide tevgerê, rejîm li şûna wê "pêla bidarvekirinên tirsnak" û "girtinên keyfî" li ser bi hezaran "îşkenceyên nemirovane û rûreşkirinê" û hem jî cezayên zîndanê yên demdirêj berdewam dikin.
Mela Şerîf Mehmûdpûr di dema xwendina daxuyaniyê de gotibû “Etîketkirina xwepêşanderan wek dijminê Xwedê li ser bingeha ayeta 33 ya sûra el-Maîde di Quranê de neheqiyek mezin e li ser hînkirina Quran û peyva Xwedê û bê hinceteke qanûnî û şerîî ye.”
Ayet ji aliyê komara Îslamî ve ji bo rewakirina kuştina xwepêşanderan hate bikar anîn.
Di ayetê de wiha tê gotin “Bê guman ew ên ku lu hember Xwedê û Pêxemberê Wî şer dikin û fesadiyê li ser erdê derdixin bes cezayên wan ew e ku bên kuştin an li çarmixê bêne xistin an dest û lingên wan çeperast bêne jêkirin an ji devera ku lê niştecih in bêne sirgûnkirin...”
Melayên Kurd ên Sunnî dibêjin ku ayet ji aliyê desthilatdaran ve bi xeletî tê bikaranîn û ji bo xwepêşanderan derbas nabe.
Daxuyaniya Mehmûdpûr hem ji dewletê re û hem jî ji bo biryarderê wê yê dawî, Rêberê Bilind Elî Xamineyî, ku Komara Îslamî wekî parêzvanê rastîn ê Îslamê bi nav dike, sîleyekê ye.
Melayên Sunnî yên li herêma Belûcistanê, li başûrê rojhilatê Îranê jî, stiriyek di çavên rejîmê de ne. Mizgefta Makkî, bi serokatiya Ebdulahamîd Îsmaîlzahî, piştî piraniya nimêjên înê bûye navenda xwepêşandanan.
Li gorî Kampanya Çalakvanên Belûç ku çavdêriya binpêkirinên mafên mirovan li deverên Belûcî dike, hejmarek ji melayên Sunne yên Belûçî rastî êrişê hatine û gefa girtinê li wan hatiye xwarin, eger ew piştgiriya xwepêşanderan berdewam bikin.
Melayên din ên li herêma Belûçistanê bê şop winda bûne, di nav de Molavî Ebdulxafer Neqşbendî, li Rask li başûrê rojhilatê welat.
Bi hezaran kes roja Înê piştî nimêja nîvro li Zahedanê daketin kolanan û Pasdaran wek ku tu cudahiya wê ji DAIŞê nîne bi nav kirin.
Pasdaran di 30ê Îlonê de herî kêm 100 xwepêşander kuştin, di nav wan de zarok jî hebûn, ew roj ji hêla çalakvanan ve wekî "Îna Reş" tê binavkirin.
Ebdulhemîd da zanîn ku heta ku rewşên Îna Reş bi awayekî baş werin lêkolînkirin û çareserkirin dê xwepêşandan berdewam bikin.
Zextên li ser dezgehên olî yên Sunnî ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê ne. Kesayetiyên navdar ên li herêmên Tirkmen ên li bakurê welêt jî rastî zextên zêde yên desthilatdariyê tên. Mihemed Husên Gergîj ji wezîfeya xwe ya nimêja înê hatiye dûrxistin û niha di hepsa malê de ye.
Amerîka, Brîtanya, Kanada û Yekîtiya Ewropî sizayên tund li ser Îranê sepandine, ku berpirsên beşdar di tepeserkirina xwepêşanderan de û herwiha fermandarên Pasdaran dikin armanc.
Bi hezaran xwenîşander hîn jî li seranserê welêt di zindanan de ne ji ber ku rayedar hewl didin ku bi zordarîya tund nerazîbûnan bitepisînin.
Human Rights Watch di rapora xwe ya salane ya sala 2023 de got “Çalakvanên hindikahî bi rêkûpêk têne girtin û bi tawanên keyfî yên ewlekariya neteweyî di dadgehkirinên ku bi awayekî tund ne li gorî standardên navneteweyî ne têne girtin.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî Îranê heta niha çar kes di çarçoveya xwepêşandanên dijî hikûmetê de darvekirine kirine, bi piranî piştî dadgehkirinên gumanbar bêyî ti proseyeke dadrêsî û herwiha cezayê darvekirinê li 17 kesên din jî birî.
Nûçe: Rûdaw