Li Îranê 117 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Îranê 117 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û hejmara berkeftîyan jî 66 hezar derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê wezareta tenduristîya Îranê, dr. Kîyanûş Cehanpûr ragihand, di heyama 24 saetên borî de li Îranê 117 kesên din ji ber Koronayê mirin û hejmara mirîyan gihîşt 4 hezar û 110 kesan.

Dr. Cehanpûr her wiha got, ji duhî de têsta Koronayê ya hezar û 634 kesan jî pozîtîf derketîye û hejmara berkeftîyan gihîştîye 66 hezar û 220 kesan.

Bi gotina wî berpirsê Îranî, heta niha 32 hezar û 309 nexweş jî baş bûne û rewşa sê hezar û 918 nexweşan jî baş nîne.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e