Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên fermî, ji duhî de 14 kesên din li Îranê bi nexweşîya Koronayê ketine, bi vî rengî hejmara berkeftîyan gihîştîye 61 kesan.
Bi gotina berdevkê wezareta tenduristîyê, heta niha tenê 12 kes ji ber Koronayê mirine lê parlementerekî Îranî gotibû, tenê li bajarê Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine.