Li Îranê 172 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 172 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 3200 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 204 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 443 hezar û 86 kesan.

Wezareta tenduristiyê da zanîn jî, ji duhî de 172 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 394 kesan.

Hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 372 hezar û 51 kesan.

Duhî li Îranê 207 kes bi Koronayê miribûn.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes