Li Îranê 179 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 179 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 3 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 981 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 410 hezar û 334 kesan.

Wezareta tenduristiya her wiha da zanîn, ji duhî de 179 kes jî bi Koronayê can dane û hejmara miriyan gihîştiye 23 hezar û 632 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 352 hezar û 19 kesan.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin