Li Îranê 2 xwepêşanderên din hatin îdamkirin

.

Du kesên din ên di xwepêşandanên li Îranê de hatibûn girtin, hatin îdamkirin.

Hat ragihandin ku 2 xwepêşanderên bi navê Muhammed Mehdî Keremî û Seyid Muhammed Huseynî ku piştî xwepêşandanên li Îranê hatibûn binçavkirin û girtin, îro hatin îdamkirin.

Li gorî daxuyaniya dezgeha dadweriya Îranê, 2 xwepêşander bi navê Ruhullah Acemyan bi kuştina milîsên Besîc di xwepêşandanên Kerecê de hatine tometbarkirin. Têkildarî lêpirsîna kuştina Acemyan bi giştî 16 girtî hene.

Besîc, milîsek girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê, bi tepeserkirina xwenîşandanên li welat bi tundî tê tawanbar kirin.

Xwepêşandanên ku piştî mirina jina Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ku ji aliyê “polîsên exlaqî” yên Tehranê ve hatibû binçavkirin, dest pê kiribûn, nêzî 4 meh in berdewam dikin.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin, heta niha 550 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine girtin.

Hat ragihandin ku 100 girtî jî di bin metirsiya îdamê de ne.

Heta niha zêdetirî 10 kesan cezayê darvekirinê hatiye dayîn, 2 ji wan hatine îdamkirin. Hin cezayên darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin betalkirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn