Li Îranê 304 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê bi sedan kesên din bi Koronayê mirin û bi hezaran kesên din jî pê ketin.

Ev çend roj in li Îranê hejmara mirî û pêketiyên Koronayê gelekî zêde bûye.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 5 hezar û 471 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 550 hezar û 757 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 304 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 31 hezar û 650 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 442 hezar û 674 kesan.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne