Li Îranê bavekî keça xwe ya temenê wê 13 salî bi dasê serjê kir

Li gor çapemenîya herêmî ya bajarê Gîlan a bakurê Îranê, bavekî keça xwe ya temen 13 salî ya bi navê Romîna Eşrefî bi dasê serjê kir.

Navenda Nûçeyan - Duh 26.05.2020ê polîsê Îranê ragehand, zilamekî keça xwe, ji ber li gel heskirîyê xwe revîyaye kuştîye û polîs dibêje naha bavê wê keçê hatîye girtin û di lêpirsînê de ye.

Çapemenîya Îranê bi zimanê xelkê navçeyê ve ragehand, Romîna Eşrefî ya temen 13 salî, piştî heskirîyê wê çend caran tê wê dixwaze bavê wê nade û nahêle li gel bizewice. Piştre jî li gel wî heskirîyê xwe direve û çend rojan dîyar namîne û piştre polîs wan digre û Romîna ji ber temenê wê biçûke û bin 18 salî de ye radestî bavê wê dike.

Polîs jî piştrast kir ku bavê Romîna yê bi navê Reza Eşrefî dema keça wê di xew de bûye ew serjê kirîye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes