Li Îranê dengdana ji bo 11.mîn dema helbijartinên parlamentoyê destpê kir

Wezareta navxwe ya Îranê ragehandîye, îro 21.02.2020ê yazdemîn dema helbijartina perlemana Îranê di 208 bazineyên helbijartinê li 31 parêzgehên wî welatî birêve diçe.

Navenda Nûçeyan - Di hemû Îranê de, zêdetir ji heft hezar namzed li ser 290 kursîyên parlamentoyê di pêşbirkê de.

Wezîrê navxwe yê Îranê Ebdulrezaq Rehmanî Fezlî, ji çapemenîya fermî ya welatê xwe re ragehand, bo birêve birina dema 11.mîn helbijartina perlemana Îranê zêdetir ji yek milyon fermanber hatîne destnîşan kirin.

Derbarê vê yekê de, serokê navenda helbijartinên Îranê, Cemal Ûrif ji çapemenîyê re ragehand, bi giştî li Îranê 57 milyon û 918 hezar û 159 kesan mefê dengdanê heye û di vê hejmarê de, du milyon û 931 hezar kes bo cara yekem deng didin û li tevaya Îranê 7 hezar û 148 namzed pêşbirkê dikin bo bi destxistina 290 kursîyên parlamentoyê.

Li gor zanyarî û datayan bala rêforimxwazên Îranê, di çend qonaxên berbijarkirinê de 90 % namzedên wan hatin redkirin.

Niha di parlamentoya Îranê de, ji 290 kursîyên perlemantoyê baskê parêzgaran ango muhafazkaran xwedî 240 kursîyane û baskê rêformxwazan xwedîyê tenê 50 kursîyane.

 Di çar parêzgehên Rojhelata Kurdistanê jî, bo yazdemîn gera helbijartina perlemana Îranê 345 kesan xwe kandîd kirîne û bo bidesthînana 29 kursîyên parlamentoyê pêşbirkê dikin. 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes