Li Îranê di 24 demjimêrên borî de 458 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

.

Li Îranê ji ber pêketina bi vîrusa korona Covid – 19ê di 24 demjimêran de 458 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane geheşt 38 hezar û 749 kesan. Ev rêje li Îranê wek asta herî bilind a heta naha hate tomar kirin.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê Sîma Sadat Larî bi daxuyaniyekî ragehand, di 24 demjimêran de 458 kesên pêketî jiyana xwe ji dest dane û herwaha di 24 demjimêran de 10 hezar û 463 pêketiyên din hatine tomar kirin.

Sîma Sadat Larî got, bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 38 hezar û 749 kesan û hejmara kesên heta naha li Îranê bi vîrusa korona jî ketine bi giştî geheştiye 692 hezar û 949 kesan.

Li gor heman daxuyaniyê heta naha 525 hezar û 641 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"