Li Îranê di rojekê de 239 kes bi Koronayê mirin

Li Îranê di rojekê de 239 kes bi Koronayê mirin û bi hezaran kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 19 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 483 hezar û 844 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 239 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 27 hezar û 658 kesan.

Li gorî amarên han, hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 397 hezar û 109 kesan.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin