Li Îranê di rojekê de 337 kes bi Koronayê mirin!

Li Îranê di rojekê de 337 kes bi Koronayê mirin û bi hezaran kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 4 hezar û 251 pêketiyên din yên Koronayê hatine tomarkirin.

Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 337 kes jî bi Koronayê mirine.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Îranê gihîşt 534 hezar û 631 kesan. 30 hezar û 712 kes ji wan mirine û 431 hezar û 360 kes jî baş bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne