Li Îranê di Tîrmehê de 61 kes hatine darvekirin

.

Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes darve kirine. Her weha ji wan ji sedî 52 jê Kurd û Belûc in. Rejîmê bi îdiaya ku “propaganda li dijî rejîmê kirine” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li du rojnamegerên jin biriye.

Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes darve kirine. Rejîmê bi îdiaya ku “propaganda li dijî rejîmê kirine” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgiyê biriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes darve kirine.

Li gorî agahiyan tenê di meha Tîrmehê de 61 kesên di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52ê wan Kurd û Belûc in.

Her wiha hatiye ragihandin ku di heman mehê de 4 jin jî hatine darvekirin. Girtiyên siyasî yên Ffgan Mohammad Ramez Rashidi û Saeed Naeem Hashemi Qatali jî di meha tîrmehê de li Şîrazê hatine înfazkirin.

Cezayê girtîgehê li du rojnamegerên jin biriye 

Rejîma bi îdiaya ku “propaganda li dijî rejîmê kirine” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgiyê biriye.

Danişîna doza rojnamegeran li Şaxa 26emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatiye lidarxistin.

Dadgehê bi îdiaya ku “Propaganda li dijî rejîmê kirine” 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li herdu rojnamegerên jin biriye.  Di heman demê de dadgehê biryar daye ku herdu rojnmager di nava 2 salan de nekarin tev li tu komên siyasî û civakî bibin û nekarin derkevin derveyî welat. 

Rojnameger Mehrnoosh Zareî Hanzakî jî ji heman dozê dihat darizandin û beraet kiriye. 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir