Li Îranê ji ber agirê Newrozê du kes mirin û bi sedan kes jî kor û birîndar bûn!

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber agirê Newrozê herî kêm 2 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar û kor bûn.

Navenda Nûçeyan - Şeva borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, welatîyan guh nedan tirs û nexweşîya Koronayê û agirê Newrozê vêxistin û bi ser agir de bazdan û Çarşema Sor pîroz kirin û çûn pêşwazîya sersala nû.

Li gorî agaihyên fermî, di dema vêxistina agir û pîrozbahîyan de herî kêm 2 kes mirin û 751 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, li Tehranê ji her derî zêdetir welatî birîndar bûne ku hejmara wan nêzîkî 200 kes e. li Ormîyê jî 93 kes birîndar bûne.

Tê gotin ku gelek kes jî kor bûne û birîna hinekan jî giran e.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e