Navenda Nûçeyan - Malperên Îranî amaje kirine ku teqîn li navenda Sîna Ether a pizîşkî li cadeya Şerîetî, li nêzîk devera Tecrîş li bakûrê Tehran a paytext rûsa ye. Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku ew teqîn bûye sedema kavilbûna pişeke avahîyên derdor û şikestan pencereyan.
Bi sedema teqînan desthelatdaran cadeya Şerîetî daxistin û sazîya agir vemirindina Tehranê jî got: renge dîsan teqîn rû bidin bi sedema hebûn botlên Oksicînê di wê navenda pizîşkî de.
Serokê navenda tengavîya Îranê jî ragehand, ku teqîn di qata jêrzemîn de bûye li wê bingeha çareserîyê û şakera jî kir, ku renge sedema bûyerê teqîna botlên Oksicînê be.
Her evro, teqînek li bajarê Zahîdan a başûrê rojhelatê Îranê rûda û dû otombêlên pasdaran kirin armanc û bi sedema wê jî fermandeyekê supayê pasar birîndar bibû.