Li Îraqê 3 partî hatin girtin: Hincet PKK ye

.

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê bi hinceta ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye 3 partî girtin.

Lijneyê biryar da ku navendên van partiyan werin girtin û dest deynin ser pereyên wan.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî bi hinceta ku pêwendiya wan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye daxwaza girtina van her sê partiyan kir:

“Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê.”

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan 1ê Tebaxê bi serokatiya Dadwer Hesen Fuad û beşdariya Dadwer Celîl Ednan Xelef û Dadwer Xelef Remezan Hesen civiya.

Lijneyê biryar da ku ev her sê partî û navendên wan bên girtin û herwiha dest deynin ser aborî û pereyên wan.

Di biryarê de amaje bi xalên yekem û sêyem ên Yasaya Partiyên Siyasî hatiye kirin û hatiye gotin:

“Nabe ku ti pêwendiya siyasî û aborî ya partiyên siyasî bi aliyên ne-Îraqî re hebe, nabe li ser fermana partî, dewlet an jî aliyekî derveyî çalakiyên hizbî bikin û nabe alîkariya partiyeke siyasî bikin ku dewletê ew qedexe kiribe.”

Di nivîsa biryarê de amaje bi Yasaya Partiyên Siyasî hatiye kirin û hatiye gotin:

“Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê bên girtin, navêndên wan bên girtin û dest deynin ser aboriya wan.”

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin