Li Iraqê 61 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronyê de daxuyanîyek belav kir û di wê daxuyanîyê de ragihand 1.554 kesên din bi Koronayê ketine û 61 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Navenda Nûçeyan -  Roja çarşemê 17.06.2020an Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihand li seranseerî Iraqê, di dema 24 saetên dawî de 1.554 berketîyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 908 nexweş jî baş bûne. Herwiha 61 kes jî bi Koronayê mirine.

Di berdewamîya daxuyanîyê jî de Wezareya Tendirustîya Iraqê daye zanîn heta niha li Iraqê 24 hezar û 254 kes bi Koronayê ketine. Herwiha 10 hezar û 770 kes baş bûne û 773 kes jî bi Koronayê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e