Li gorî Sputnik Kurdistanê, îro ber bi êvarkî li bajarê Diyala li taxa Xalis di nav qada bazartê de bombeyekê hatiye teqandin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn.
Di derbarê buyerê de fermandarê berpirsê karê ewlehiyê Habib eş-Şumari jî daxuyand ku "bombe beriyê de li qadê hatiye bicihkirin û ji dûr ve hatiye teqandin, em texmîn dikin ku ji aliyê endamên DAIŞê ve hatibe kiri. Ji bo girtina sûçdaran lêpirsîn dest pê kirin."