Bi biryara Desthilata Firokevanîya Sivîl a Iraqê, qedexeya geştên esmanî yên li firokexaneyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bo dema heftîyeke din hat dirêjkirin. Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq jî dibêje, eger geştên esmanî dest pê bikin jî, weke caran nabe.
Desthilata Firokevanîya Sivîl a Iraqê îro careke din biryara dirêjkirina qedexeya geştên esmanî yên li tevahîya firokexaneyên Iraqê û Herêma Kurdistanê da. Li gor biryarê, qedexeya geştên esmanî dê heta 22ê Tîrmehê berdewam be.
Di destpêka Tîrmeha îsal de, Desthilata Firokevanîya Sivîl a Iraqê biryara dirêjkirina qedexeya geştên esmanî li tevahîya firokexaneyên wî welatî bo dema du heftîyan dabû ku roja15ê Tîrmehê ew qedexe bi dawî dihat.
Qedexeya geştên esmanî yên li Iraqê, geştên awarte, pizîşkî, kargo û geştên şandên dîplomatîk û herwiha balafirên ku di esmanê Iraqê re derbas dibin, li xwe nagire.
Iraqê ji meha Adarê bi sedema belavbûna vîrusa koronayê, geştên esmanî yên li seranserê welat qedexe kirîye, ku heta niha ew qedexe bi awayekê berdewam hatîye dirêjkirin.
Dirêjkirina biryara qedexeya geştên esmanî li Iraqê û Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku îro Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû: “Eger geşt dest pê bikin, pêwîst e xelk agahdar bin, çimku dê rastî hinek rêkarên tendirustî bên. Desthilata Firokevanîya Iraqê û Şaneya Krîzan a Iraqê biryar e bicivin ji bo nirxandina rewşê û destpêkirina geştan, em jî dê nêrîna xwe ji wan re bêjin, ku gelo em amade ne bo destpêkirina geştan an na.”
Li welatên ku geştên esmanî dane destpêkirin, pişkinîna koronayê ji bo geştyaran tê kirin û Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî dibêje: Hin welatên weke Tirkîye û Îmaratê li firokexaneyan daxwaza bawernameya tendirustîyê dikin, pêwîst e li Kurdistanê jî ew bawerîname bi wan kesan were dank u dixwazin geşt bikin.
Ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve li Herêma Kurdistanê, tenê geştên rêwî geştyaran li firokexaneyên Herêma Kurdistanê hatine rawestandin û geştên dîplomatîk, serbazî û kargo û hin geştên taybet berdewam bûne.
Li gor amarên fermî, ji meha Adarê ve heta niha 44 hezar û 666 kes bi rêya firokexaneyan hatine nav sînorê Herêma Kurdistanê yan ji Herêma Kurdistanê çûne derve. Piranîya kesên ku hatine Herêma Kurdistanê, ew hemwelatî bûn ku ji ber belavbûna koronayê û ragirtina geştên esmanî û girtina derîyên sînor, li welatên din asê mabûn.
Herwiha ji meha Adarê ve nêzîkî 6 milyon ton kelûpel bi rêya firokexaneyên Hewlêr û Silêmanîyê ve bo Herêma Kurdistanê hatîye veguhastin û zêdetirî 1700 firoke jî hatine Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Di sala 2019 de, bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê milyonek û 909 hezar û 785 kesan geşt kiribûn, herwiha li Firokexaneya Silêmanîyê jî di heman demê de 392 hezar kesan geşt kiribûn.
Rûdaw