Li Kelarê teqîn çêbû: 3 kesan can dan, kesek jî birîndar bû

.

Li bakurê navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kesan can dan, kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, dengê teqîna otomobîlekê li Kelarê hat bihîstin û tê gotin dronekê otomobîlek kiriye armanc.

Hat zanîn ku di bûyerê de 3 kesan can dane û birîndarek jî rakirine nexweşxaneyê.

Herwiha hat ragihandin ku bûyer li nêzîk sayloya Kelarê çêbûye û dronekê otomobîleke Ford kiriye armanc.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir