Li Keleha Zêrzevanê çalakiya çavdêriya asîmanî hat lidarxistin

.

Ji aliyê Wezareta Werzîş, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ve li Keleha Zêrzevana Diyarbekirê çalakiya çavdêriya asîmanan hat li darxistin.

 Ji aliyê Wezareta Werzîş, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ve li Keleha Zêrzevana Diyarbekirê çalakiya çavdêriya asîmanan hat li darxistin. Di çalakiyê de 6 hezar 600 çavdêran bi 32 teleskopan çavdêriya stêrkan û heyvê dikin ku çalaki dê heta 12ê Hezîranê bidome.

Keleha Zêrzevanê ya navdar a Diyarbekirê mazûvaniya çalakiyek ciyawaz û rengîn dike. Çalakî cara duyem e li Keleha Zêrzevanê tê lidarxistin û sala borî 2 hezar çavdêran serdana çalakiyê kiribûn û îsal ev hijmar gihîşt 6 hezar û 600 çavdêran.

Di merasîma vekirina çavdêriya asîmanî Wezîrên Wezareta Werzîş, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê de ku amadekarên çalakiyê ne, amaje kirin ku Keleha Zêrzevanê yek ji wan şûnwaran e ku ji bo çavdêriya asîmanî gelek guncaw e.

Beşdarê çalakiyê Astronom Azîz Kayahan jî bal kişand ku Zêrzevan rengek cuda yê vê çalakiyê ye û got: “Di çalakiya çavdêriya asîmanî ya Keleha Zêrzevanê de 32 teleskop li xalên çavdêriyê hatin danîn û kesên xwestin stêrkan û heyvê ji nêz ve bibînin ktin dorê de. Welatiyên ku cara yekem heyv ewqas ji nêz ve dîtin keyfxweşiya xwe anîn ziman.”

Beşdarekî çalakiyê diyar kir: “Min heyv ti caran evqas ji nêz nedîtibû. Em kêfxweş bûn ku ev amûrên pêşketî hatin vê derê ku em bi wan asîmanan binasin.”

Herwiha beşdarekî din jî eşkere kir: “Temenê min 23 ye, min ti caran heyv evqas ji nêz ve nedîtibû. Ez gelek mereq dikim gelo li wan deran jiyan heye, zindî li wê derê jî hene, çawanin.”

Kolyarnasên ku di lêkolînên ser Zêrzevanê de xebatên xwe didomînin bal kêşandin ku ji xwe 1200 sal berê jî xebatên çavdêriyên asîmanî li Keleha Zêrzevanê hatine kirin û Kolyarnas Eyup Kardaş jî anî zimên ku dê Keleha Zêrzevanê hîn gelek mazuvaniya xebatên wisa bike.

Kolyarnasê Lêkolînên Keleha Zêrzevanê Eyup Kardaş diyar kir: “Li heyvê jî gelek tiştêk ku em nizanin hene, li Zêrzevanê jî hîn gelek tiştên em nizanin derneketine holê hene. Welatî tên li heyvê dinihêrin. Xebatên me berdewam in.”

Çalakiya Çavdêriya Asîmanî ya Keleha Zêrzevanê ya 9ê Hezîranê dest pê kir dê heta 12ê Hezîranê bidome û dê li gel xebatê çavdêriyê konferans, seminer, pêşbaziyên wênekêşiyê jî werin li darxistin. Di yekem roja çalakiyê de li Keleha Zêrzevanê konsertek jî hat pêşkêşkirin. 

Çavkanî / Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir