Bi riya hesaba xwe ya Twitterê, Civata Asayişa Herêma Kurdistanê balkişand ser bûyer û êrîşên meha derbasbûyî li Kerkûk û Mûsilê û derdora herdu parêzgehan û ragihand, ku bûyerên teqandina otombêlên mînkirî û êrîşên çekdarî û revandin û kuştina welatî û endamên hêzên ewlehiyê zêde bûne.
Ji bilî wan bûyeran, çekdarên DAIŞê çendîn caran êrîşî ser muxtar û kesatiyan li gundên derdora Kerkûk û Mûsilê kirine.
Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ew yek jî eşkere kir, ku li ser riya Kerkûk û Reşad, çekdarên DAIŞê çendîn teqîn encam dane û tenê di teqînekê de li nêzîkî Geyare, 40 kes bûn qurbanî.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê di meha derbasbûyî de, bêtirî pêncî êrîşan hatine encamdan û nêzîkî 70 kes bûne qurbaniyên wan êrîşan.