Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin

.

Li Kerkûk û parêzgehên din ên Iraqê îro 22ê Îlonê, sala nû ya perwerdeyê ya 2024-2025, dest pê dike. Li Kerkûkê îsal 100 hezar xwendekar dê beşdarî perwerdeya kurdî bibin.

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Parêzgeha Kerkûkê Kameran Elî ji K24ê re ragihand, îsal ji wan 100 hezar xwendekarên ku beşdarî perwerdeya Kurdî bûne, 10 hezar xwendekar yên sala yekem in.

Li parêzgeha Kerkûkê 555 dibistan û baxçeyên zarokan hene ku ser bi Rêveberiya Perwerdeya Kurdî ne û zêdetirî 8 hezar mamosta û karmend jî ser bi vê rêveberiyê ne ku mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên dayîn.

K24

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye