Li Kerkûkê 3 gundên Kurdan dane Ereban

Li Dûbizê 180 donim zevîyên 3 gundên Kurdan ku tapoyên wan li ser navê serokeşîrekî Kurd in, bi girêbest û bo maweyê 20 salan bi Erebên hawirde hatine dayîn ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê bo wan gundên Kurdan hatine veguhastin.

Navenda Nûçeyan- Ji ber wê girêbestê, 65 malên gundên Qeredereya Biçûk û Serbrîya Kon ku takutera tê de dijîyan, bi yekcarî vala kirine û niha metirsî ketîye ser 45 malên gundê Emşe jî.

Omer Hemedemîn, rûniştvanê gundê Emşe ji Rûdawê re ragihand, “Bila hatiban û li gel me rêk ketiban wê demê me dizanî kî gotinê jê re dibêje. Niha nahêlin pezên me jî derkevin derve û ne jî dihêlin em zevîyan bikêlin. Gelo em çi ji wî pez bikin? Her girtî bimînin? Ji me re dibêjin em dê xanîyên we bi ser we de birûxînin, Sedam Husên nekarî xanîyên me bi ser me de birûxîne, ev dê birûxînin!”

Şênîyên wê navçeyê her ji zû ve li wê herêmê dijîn û ew zevî û erd jî ji bav û bapîran bo wan mane wan ew ew navçe avedan kirine.

Hazim Mihemed ku ew jî rûniştvanekî gundê Emşe ye, dibêje, “Ev zevî her ji bineratê ve mulkê Talebanîyan bûne, lê niha bi çend kesên Ereb hatine dayîn û karîgerîyek li ser me pêk anîye, dibêjin em dê hemû zevîyan bikêlin û ew ên ku li alîyê we mane em wan jî dixwazin. Şeş parêzer girtine û daxwaza xanîyan jî dikin.”

Ji ber wê yekê xelkê Qeredere û Serbîr bi şêweyekî demkî û tenê di werzê kiştûkalîyê de dihatin gundên xwe. Erebên hawirde bêyî pirsgirêk di wan her du gundan de niştecih bûne, lêbelê zêdetir ji 200 kes li Emşe dijîn û naxwazin gundê xwe berdin. Li ser nirxê salene 500 hezar dînar bo her donimekê rêk neketin û cihên niştecihbûnê bo 20 salan bûne weke mulkê Erebên hawirde.

Şêx Nazim, ji gundê Emşe ji Rûdawê re dîyar kir, “Me ji xelkê gund re got ku wan zevîyan bikirin. Wan jî bersiva wan ew bû ku nirxekî gelek zêde bo her donimeke zewî dîyar kiribûn ku xelkê gund jî nedikarî bikirin. Pêş ku em bersiva wan bidin, ji xelkê ne Kurd re dan. Ev jî erebkirineke din e ku wan zevîyan didin xelkê ne Kurd.”

Ji piştî 16ê Cotmehê ve, li Dûbizê hezar û 250 donim zevîyên Kurdan bi Erebên hawirde hatine dayîn. Tenê li Sergeranê 480 hezar donim zevî hene ku piranîya wan pirsgirêk li ser e.

Bi proseya Erebkirinê ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê careke din dest pê kirîye, ji 41 gundên ku dikevin rojavayê Kerkûkê, tenê 4 gund mane ku bi Ereban nehatine dayîn. Beşek ji zevîyên wan 4 gundan jî di destê wan kesan de ne ku tapoyên ji serdema Osmanîyan hene.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!