Li Kerkûkê êrişa DAIŞê

Li Selahedîn jî du serbazên Iraqî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan- Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrişî polîsên parastina bîrên petrolê kirin û polîsekî kurd şehîd kirin. Li parêzgeha Selahedîn jî du serbazên Iraqî di teqînekê de hatin kuştin.

Buroya medyaya şer ya wezareta berevanîya Iraqê ragihandîye, duhî li ser rêya gundê Selahîye li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, bombek bi hêzên Iraqî de teqîya.

Li gorî agahîyên buroyê, di wê teqînê de du serbaz hatin kuştin û sê serbaz jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê jî çekdarên DAIŞê êrişî polîsên parastina bîrên petrolê li zevîya Xebaze kirin.

Li gorî agahîyan, di wê êrişê de polîsekî kurd şehîd bû û sê polîs jî birîndar bûn.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e