Li Kerkûkê êrîşa xwekujî li dijî Sazîya Istixbaratê

Li Kerkûkê îro li dijî Sazîya Istixbaratê ya wê parêzgehê êrîşeke xwekujî pêk hat.

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Hîwa Husamedîn ragihand, 3 kesên xwekuj îro êrîşî Sazîya Istixbaratê li Kerkûkê kirine.

Derbarê êrîşê de û hejmara kuştî û birîndaran de hêj ti zanyarîyên zelal nehatîye zanîn.

Hejmareke mezin a hêzên ewlehîyê yên Iraqê li ber baregeha Sazîya Îstixbaratê amade bûne û derdora avahîyê û cihên nêzîk bi temamî dorpêç kirine.

Peyamnêrê Rûdawê dîyar kir, 2 kesên xwekuj xwe li nav avahîya Sazîya istixbarata Kerkûkê teqandine, lê kesê sêyem hêj maye û hêzên ewlehîyê hewl didin, wî bigirin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e