Li Kerkûkê li nav Heşdî Şedî tabûrek kurdî hate ava kirin

.

Li gundê Çexmaxe ya navçeya Dibiz a Kerkûkê, di nava hêzên Heşdî Şeebî de taburek ku hemû endamên wê kurd in hate avakirin. Li nav xelkê û bi navê tê zanîn Heşdê Şeebî tê gotin lê navê wê yê fermî "Hêzên Seferberiya Gel" e. Hikumeta Iraqê bi vê navê tabûran ava dike. Heta niha yên ereb û tirmen ava kiribûn, niha ji kurdan jî tabûrek wisa ava kir. Ev Heşdî Şeebî wekî fikir nêzî Îranê ne.

Hejmara tabûrê 120 kes in û hemû jî kurd in. Çek, kel û pelê tabûrê jî wê ji aliyê Heşdî Şeebî ve werin pêşwazî kirin.

Yek ji şêwirmendê hêza Heşdî Şeebî Îmad Hisên daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Ev tabur wê parastinê li xelkê herêma xwe bikin. Çawa tirkmen û ereb di nava Heşdî Şeebî de xwedî tabûr in, mafê kurdan e jî bi heman awayî heye xwedî tabûrê bin. Di dema pêş de wê li herêmên din jî hêzên zêdetir werin avakirin. Bi taybetî herêmên kurdan yên ku metirsiya DAIŞ’ê li ser heyî.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne