Li Kerkûkê teqîn; 5 kes birîndar bûn

.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Rayedarên tenduristiyê yên Kerkûkê ragihand ku di encama teqîna li ber buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê de 5 kes birîndar bûne.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê li ser teqîna li Kerkûkê daxuyaniyek bekav kir.

Hat ragihandin ku 5 kes birîndar bûne ku yek ji wan bi sivikî birîndar bûye û kesê pêncem jî hevjîna xwediyê buroya guhertina pereyan e.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihand, bombeyeke çandî li nêzîkî buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê teqiya.

Amir Nûrî ragihand ku hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn dest pê kiriye.

Polîsê Kerkûkê destpêkê birîndarbûna 4 kesan ragihand lê rêveberiya tenduristiyê diyar kir ku 5 birîndar hene.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir