Li Kerkûkê teqînek rûda

Li taxa Pêncî Elî, li bajarê Kerkûkê, bombeke çandi li nêzîk otombêleka polîsan teqîya. Ligor zanyarîyan encama wê teqînê polîsekî canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan, ew teqîn li nêzîk mizgefta Ebdullah bûye û otombêleka polîsan kirîye armanc.

Di vî warî de, çalakvanên torên civakî, bi rê ya Facebookê ve behsa wê yekê kirîne, ku ew bombe li jêr tanka gaza miwelîdeyeke elekitrîkê teqîye û li nêzîk cihê rawestandina mefrezeyên polîsên tengavîyên Kerkûkê bûye.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand,  ku di encama wê teqînê da polîsek mirîye.

Di rûpelea taybet bi nûçeyên Kerkûkê amaje bi wê yekê hatîye dan, polîsekê kurd bi navê (Karwan Ûsman Yasîn) birîndar bûye û zîyaneka maddî ya  mezin jî bi cihê teqînê ketîye.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e