Li Kirmaşanê 5 girtîyên kurd hatin bidarvekirin

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê 5 girtîyên kurd hatin bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahîyan, pêr danê sibê 5 girtîyên kurd li girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

Tevahîya wan girtîyan bi tohmeta kuştina kesên din hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Heta niha tenê navên du kesan hatine zanîn: Xelîk Keremî û Emîr Xurem Necefabadî.

Tê gotin ku Necefabadî ji ber kuştina hevjîna xwe hatibû girtin, Keremî jî kesekî din kuştibû û hatibû girtin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e