Li Kobanîyê teqîn.. 2 kesan canê xwe jidest dan

Li gundewarê Kobanîyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gundê Bozîk yê Kobanîyê bombeyeke vedayî di nava malekê de de teqîya, di encamê de 2 kes ji malbatê canê xwe jidest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Amaje bi wê da, eger e ew  bombe ji paşmayên DAIŞê be.

Li Kobanîyê, Reqa û gundewarê Heseke û Dêrazor, gelek caran bombeyên ji alîyê DAIŞê ve hatibûn vedan teqîyane û di encamê de welatîyên sivîl bûne qurbanî.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e