Li  Kopengangê Civîna Danasîna PWKyê

.

Li bajarê paytextê Danîmarka Kopenhangê civînek danasîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) pêk hat. Nûnerên PWKê Selîm Uzun, Nezîr Akat, Mumtaz Aydin, Zinar Soran û endama Komîteya Danîmarka ya PWKê Selma Akar beşdar bûn.

Di civînê de ji her çarperçeyên Kurdistanê partî û tevgerên Kurdistanê û gelek kesatîyên siyasî beşdarî civînê bûn. Nûnerên Partî demokratî Kurdistan (PDK), Yekitîya Niştîmanî Kurdistanê (YNK), Komelayî Şoreşgeranî Kurdistan, HAKPAR, Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partîya Pêşverû Kurd li Sûrî, Partîya Şepola Kurd li Sûrî, Partîya demekrata Kurd li Sûrî, Komeleya Demokrat ya Kurd li Danîmarka mesajên xwe yên pîrozbahîyê xwendin.

Piştî aghadarîyên li ser pêvajoya, kongreya yekitiyê û damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê,  civîn bi pirs, nerîn û pêşniyarên beşdaran û bersîvên pirsan dawî hat.

Rûpela Nû / Danîmarka

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e