Li Kopenhaginê danasîn û wajo/îmze kirina pirtûkekî helbestan

.

Do, 30.12.2022 li Kopenhagina paytexta danîmarkayê, bi resepsîyonekî ji bo danasîn û îmzayê pirtûka helbestan ya bi navê Di Gel ya Berdro (Sofî)yê Himedê  ku ji alîyê Însiyatîfa Kurd li Danîmarka ve hatibû amadekirinê û bi moderatorîya Mîrza Akar ve, bi beşdarîyeke berbiçev hat pêkhanînê.

Resepsîyon bi bixêrhatina beşdaran û rêzgirtina canê pak ya şehîd Jîna Amînî û hemî şehîdên doza azadî û rigarîya Kurdistan destpêkir. 

Dûre, herçend piranîya beşdaran Bedro Sofî yê Himedê baş dinasîyan jî, Mîrza kurte behsekî li ser jîyana Bedro Sofî û naveroka pirtûkê kir. 

Piştê wî beşdar hem pîrozbahî li Bedro Sofî yê Himedê kirin û hem jî, ji alîyên xwe ve bi serbilindî û rêzekî mezin behsa jîyan û kesayetîya wî kirin.

Dûre li ser daxwaza beşdaran Bedro Sofî yê Himedê, ji çend helbestên xwe ji bo beşdaran hinekî xwend. Û behsa xwe û çewanîya nivîsandina helbestan kir.

Û ji bo hemî beşdarên ku xwestin, pirtûkan îmze/wajo kir.

Di wî navbeynî de û heta dawîyê, beşdar ew xwarin û vexwarinên ku ji alîyê endamên Însiyatîfê ve hatibûn amadekirinê digirtin û kom kom, qefle qefle sobetan dikirin.

Bedro Sofî yê Himedê hemî dahatên pirtûka xwe bexşand Însiyatîfa Kurd li Danîmarka-ÎKDê

Dîsa di heman demî de Kurdistan 24 (K24) û RûdawTV bi minasebeta helbijartinên parlamana Danîmarka ku, dê 01.11,2022 de pêk were, bi beşdarên resepsîyonê re hevpeyvînan pêkdianî.

Rûpela Nû/danîmarka
30.10.2022

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye