Li Koşka Spî di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de li ser şerê Rûsya û Ukraynayê nîqaşeke tund derket.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Washingtona paytexta Amerîkayê civiyan.
Civîn li ber kamerayan bi alozî û nîqaşeke dirêj a di navbera her du serokan de derbas bû.
Piştî ku Donald Trump hat ser desthilatê cara yekem e ku ew li Koşka Spî bi Serokê Ukraynayê re dicive û nîqaşa di navbera her du serokan de bû mijara sereke ya civînê.
Nîqaşa Zelenskyy û Vance
Dema ku Zelenskyy fikar Amerîkayê dikirin ku heta niha serokatiya Trump û yên berî wî jî - nekariye Serokê Rûsyayê Vladimir Putin rawestîne, Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance bi tundî bertek nîşan da û got:
"Birêz Serok, ez dibêjim hatina we ji bo Ofîsa Oval û behskirina vê mijarê li ber çapemeniya Amerîkî, bêrêzî ye."
Vance diyar kir ku Amerîka hewl dide di demên zehmet de alîkariya Ukraynayê bike, Zelenskyy jî bersiv da û got ku her welat pirsgirêkên xwe hene lê Amerîka ji ber ku ji deverê dûr e, wan pirsgirêkan hîs nake.
"Tu ne di wê pozîsyonê de yî ku van tiştan ji me re bibêjî"
Li ser vê yekê Donald Trump ji Zelenskyy re got: "Yan tu dê vê peymana îmze bikî yan jî em nînin. Tu bi Şerê Cîhanê yê 3yan qumar dileyîzî.
Ji me re nebêje ka em dê çi hîs bikin. Em hewl didin pirsgirêkekê çareser bikin. Ji me re nebêje em dê çi hîs bikin, çimkî tu ne di wê pozîsyonê de yî ku van tiştan ji me re bêjî.
Tu ne di wê pozîsyonê de yî ku bêjî em ê çi hîs bikin. Em dê xwe gelekî baş hîs bikin. Em dê xwe gelekî baş û bihêz hîs bikin."
Trump wiha berdewam kir: "Tu bêrêziyê li welatê me dikî, ez dizanim bêyî me hûn nikarin bi ser bikevin."
Her wiha Trum ji Zelenskyy re got ku di destê wî de ti qertên wî yên ji bo lîstinê nemane.
Donald Trump da zanîn ku ji aliyê "serokekî ehmeq" ve ji Ukraynayê re 350 milyar dolar hatiye dayîn û got ku eger Zelenskyy bi wan re bixebite dê karibe bi ser bikeve.
Trump got: "Em dê îro peymana elementên nadir ên axê îmze bikin. Ev peymaneke gelekî adil e ku em dê bi Ukraynayê re pêk bînin û dê bibe sozeke mezin a Amerîkayê."
Trump diyar kir ku peymana aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de misoger e û got: "Pêşî divê em li ser peymanê danûstandinê bikin, niha me dest bi diyarkirina sînorên peymanê kiriye."
Her wiha Trump tekez kir ku divê ew pêşî bi Zelenskyy re li hev bikin û niha ew li ser garantiyên ewlehiyê zêde nanêrin û got: "Divê mirov her tim tawîzan bide û ew jî (Zelenskyy) dê bi rastî jî tawîzan bide."
Trump ji ber tiştên ku di dema şer de kirine spasiya Zelenskyy û leşkerên wî kir û got wan şereke gelekî zehmet daye lê êdî divê ev kar bi dawî bibe.
"Em dê ti carî tenê agirbestê qebûl nekin"
Serokê Ukraynayê Zelenskyy jî diyar kir ku ew hêvî dike peymana ku dê bi Amerîkayê re li ser li hev bikin dê gaveke baş be ji bo paşeroja Ukraynayê.
Zelenskyy got: "Ez îro dixwazim bi Serok Trump re bibînim bê Amerîka amade ye çi bike."
Her wiha Zelenskyy diyar kir ku metna niha ya peymana elementên axê yên nadir "ne têr e".
Zelenskyy got Putin dest bi şer kiriye, divê avakirina Ukraynayê ya ji nû ve jî ji aliyê wî ve were kirin.
Zelenskyy got: "Em dê ti carî tenê agirbestê qebûl nekin. Bêyî garantiyên ewlehiyê em dê tevnegerin."