21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirinê.
Îro 21.02.2022, li Diyarbekirê û li Batmanê ji alîyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bi minsebeta roja zimanê zikmakî ya cîhanê, panel û xwepêşandan hatin lidarxistinê.
Îro Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çand a Kurdî li Diyarbekirê bi navê ”Daxuyanî û Nexşerêya 21ê Sibatê ya 2022 an AMED” panelekî bi du beşan hat pêkhanînê.
Di beşa yekem ya panelê de, partîyên sîyasî PAK, PSK, PÎA, KKP, PDK-Bakûr, DBP, HDP;wek saziyên sivîl jî, BED-Der, Medya-Der, Komela Nivîskarên Mezopotamya, Mêza Jinan li ser giringîya mijarê bi sernivîsa ”sîyaset û ziman” peyam û pêşniyarê xwe pêşkêş kirin.
Bi navê Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê, berdevkê PAKê Henifî Tûran peyamek pêşkêşî civînê kir. Peyama berdevkê PAKê Henifî Turan li jêr e.
Herwiha, herdû amadekarên çalakîyê, Platforma Zimanê Kurdî-PZK û Tora Ziman û Çandê ji bo karên pêşiya xwe komxebatekî pêkhanîn.
Daxuyanîya komxebata wana li jêr e.
Dîsa îro 21.02.2022 saet 12.30 de li Parka Yilmaz Guney li ser navê Platforma Zimanê Kurdî-PZK-Batmanê bi minasebeta 21ê Sibatê ya roja zimanê zikmakî ya cîhanê bi xwepêşandanekî daxuyanîyekî da.
Daxuyanîyê serokê Egitim Senê Nurettin Şimşek xwend û di daxuyanîya xwe de behsa dîroka 21 Sibatê ya Roja zimanê zikmakî û giringîya pêşvebirina zimanê zikmakî ya kurdî kir.
Bi dû wî re parlamenter M. Ruştî Tiryakî jî behsa zextên li ser zimanê kurdî kir.
Piştê wî jî daxuyanîya PZK-Batmanê ji alîyê Mazlum Buksel ve hate xwendin.
Peyama berdevkê PAKê Henifî Turan:
Zimanê Kurdî bingeh û heykelê hebûna Miletê Kurd e
Zimanê Kurdî jibo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.
Tecrubeyên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastîyê jî di demeke ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe bikaribe xwe îdare bike de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî bibîne.
Lê heta ku welatê me azad bibe, yek ji wezîfeyên me yên neteweyî û demokratîk jî, ji îro ve, berlêgirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî ye. Divê weke her miletî, miletê Kurd jî bikaribe bi awakî azad zimanê xwe yê dayikê di her warê jiyanê de bikarbîne û pêşve bibe. Divê zimanê kurdî ji dibistanên destpêkê heta zankoyê weke zimanê perwedeyê bê qebûl kirin. Divê zimanê kurdî li bajarên Kurdistanê weke zimanê resmî li hemû dezgehên resmî, civakî û çandî bê bikaranîn.
Helbete ku îro xebata jibo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîstî û watinîyeke esasî ya netewî, niştimanî ye. Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bi hişmendîya bidestxistina statuyeke sîyasî ya li Kurdistanê , bi armanca bidest xistina mafê çarenûsîya miletê Kurd ve divê bê meşandin.
Lê îro li Bakurê Kurdistanê jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdi , kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin. Divê em li hemû xebat û dezgeh û hewl û gavên jibo zimanê Kurdî xwedî derkevin.
Bi vê hişmendîyê me bangî malbatên kurdan kir da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî bibijêrin.
Platforma Zimanê Kurdî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî kampanyaya,îmzeyê destpêkiribûn. Em wek PAK bi vê hişmendîyê aktor û piştgirê vê daxwaz û kampanyayê bûn.
Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û neheqî û xeterîyeke mezin da ye.
Ev e 99 sale Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) tune bike. Helbete ku vê sîyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kirîye. Lê tu sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûye Miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê Kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.
Îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe. Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a zarokên kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.
Divê em di jîyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bikar bînin.
Sîyaset û kiryarên dewleta Tirkîyeyê weha kirîye ku nêvîyê 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dijîn bi kurdî nizanin û herî zêde ji %5ê kurdên ku bi kurdî diaxivin bi xwendiin û nivîsandina kurdî dizanin. Helbete ku ji ber vê rastîya miletê me, em mecbûrin ku li gel zimanê Kurdî , zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya sîyasî de bikar bînin. Lê divê hemû partîyên Kurd û Kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî , siyasî de zimanê Kurdî wek zimanê esasî bikarbînin. Hemû endamên partîyên Kurd û Kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bikarbînin.
Divê dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.
Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.Divê 365 rojên salê jibo me cejna Roja Zimanê Kurdî be.
Hanîfî Tûran / Berdevkê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)
Daxuyanîya komxebata PZK û Tora Ziman û çandê li jêr e:
Di Sala 2022 An De Nexşerêya Hevbeş Ji Bona Zimanê Kurdî.
Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21 Sibatê divê xebat ji bona mafê zimanê Kurdî her berdewam be.
Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin.
Pirsa ziman bi gelek haweyan divê di rojeva siyaset û civaka Kurdan hergav mişt bike. Em di wê
bahweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka Kurdî her divê Kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma
Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku em bi hevdû re kar bikin, karê xwe
qordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bona mafê ziman Kurdî berfirehtir bike. Divê em
bi hevdû re pirsa zimanê Kurdî geştir bikin û pirsa zimanê Kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka
Kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û oposızyona Tırkîyê de bixînin rojeva siyasetê.
Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta Kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022 bibe Newroza
zimanê Kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîroz kirin, divê xaleke
sereke li ser pirsa zimanê Kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axavtinan bikin, lê divê
rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cüda di qada Newrozan de li ser pirsa
ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji gelê Kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin
zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî biiind ev daxwaz erêkirin wê bibe
weke referandûmek ji bona mafê zimanê Kurdî. Em di vê bahweriyê de ne ku emê bi milyon dengan
bidin hevdû.
Dîsa di xebat û çalakıyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên Kurd û
hevalbendên wana daxwaza ku zimanê Kurdi bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke
referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û
xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.
Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir
bikin. Tevgereke zimanî sazbikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe
de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cüda.
Bi medya Kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya Kurdî giringiyê bide pirsên
Zimanê Kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya Kurdî re divê di nava hemahengîyeke
dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bona ku mafê zimanê Kurdî
bikeve rojeva siyaset û civakê.
Heta Roja 15 ê Gulanê, ango roja zimanê Kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re
semîner, panel û konferansa lidar bixine. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman perwerde, ziman û hiquq, ziman û siyaset ûhw çalakîyan lidar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li
gori şert û mercan jî konserên mûzikê bi hunermendan re amade bike.
Dîsa bi gelê xwe re, li deverên neqandi civinên li ser zimanê Kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re
gotubêj bike, giringiya zimanê Kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çine, rê û rêbazan jî bi beşdaran re niqaş bike…
Platforma Zimanê Kurdî Tora Ziman û Çandî Kurdî
Rûpela Nû/Diyarbekir