Li Kurdistanê korona: 232 tûşbû, 14 qurbanî

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê, tûşbûna 232 kes û canjidestana 14 kesên din bi vîrusa koronayê ragihand.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîyê dawîn amarên vîrusa koronaya nû Covid-19 li Herêma Kurdistanê belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin, di maweyê 24 demjimêran de, 1,771 pişkinînên koronayê hatine kirin û di encamê de 232 tûşbûyên nû yên koronayê hatine tomarkirin ku 85 kes li Hewlêrê, 46 kes li Silêmanî, 59 kes li Germîyanê, 27 kes li Raperînê, 14 kes li Helebce û kesek jî li Duhokê bûne.

Herwiha hatîye belavkirin ku 14 tûşbûyên din ên koronayê canê xwe ji dest dane û 92 tûşbûyên koronayê jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 5,904 kes bi koronayê ketine ku 1,767 kes baş bûne, 200 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî