Li Kurdistanê 3 hezar û 600 nexweşên Talasemyayê hene û ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî ji 30 haletan hatine tomarkirin.
Berdevkê Komeleya Talasîmiya li Herêma Kurdistanê dibêje amar nedilxweşker in û di şeş mehên destpêkê yên îsal de 5 nexweşên Talasemiya canê xwe ji dest dane.
Herwiha serok komeleya Talasemiyayê li Silêmaniyê Sîrwe Elî jî hişyariyê ji zêdebûna hejmara nexweşan dide û daxwaz dike berî zewacê, kur û keç pişkinînên pêwîst encam bidin.
Sîrwe Elî dibêje, “Her ku diçe hejmara nexweşan zêdetir dibe. Îsal li Hewlêrê 5 nexweşên Talasemiyayê canê xwe ji dest dane. Ev çend meh bû ku pirsgirêka derman û çareseriya pîzîşkî hebû. Niha derman ji bo nexweşan zêdetir tên dabînkirin. Lêbelê hêj pirsgirêka amûra veguhastinê ya derziya Disfral heye û gelek pêwîst e.”