Li Kurdistanê rojnamevanî gihaştîye qonaxeka baş!

Bi helkevta hatina 119mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand.

“Cihê şanaziyê ye ku li welatê me rojnamevanî û karê medyayî di bin siya azadî û berfirehiya siyasî gihîştiye qonaxeke baş”

Bi helkevta hatina 119mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand.

Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de, ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, daxwaz ji rojnamevanên Kurdistanî dike, ku dûr ji her cure girêdayîbûneke siyasî, pênivîs û hizir û şiyanên xwe ji bo piştevanîkirina proseya refrandumê û serxwebûna Kurdistanê bixin kar.

Di destpêka peyama xwe de Barzanî dibêje: “Bi helkevta 119mîn salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û roja rojnamevaniya Kurdî û 19. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû medyakar û rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkevtinê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha di vê peyamê de tê gotin: “Cihê şanaziyê ye ku li welatê me rojnamevanî û karê medyayî di bin siya azadî û berfirehiya siyasî gihîştiye qonaxeke baş. Eve jî derfetek e ji bo wê yekê ku rojnamevanî bibe sedemeke girîng ji bo geşepêdana kulturî û hişyariya siyasî û civakî di nav xelkê Kurdistanê de. Di heman demê de jî rojnamevaniya Kurdî sekoyekî girîng ê gihandina peyama gelê Kurdistanê û mafên wê yê rewa be ji bo hemû cîhanê.”

Barzanî amaje bi rola medya û medyakaran di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de jî kir û wiha got: “Cihê xwe de ye ku di vê helkevtê de destxweşiyê li medyakar û rojnamevanên Kurdistanê bikim ku di qonaxên cûda cûda yên jiyana gelê me de zehmetekî zêde kişandine û cihê destê wan diyar e. Bi heman awayî jî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û di nîşandana nûçeyên ceng û qehremaniya Pêşmerge de roleke ber bi çav dîtine û qurbanî jî dane. Ez vê yekê jî tekez dikim, ku piştevanê mafên rojnamevananim û pêwîste rewşa rojnamevaniya Kurdî ji hemû aliyekê ve ber bi pêş ve pêngavan bihavêje.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya vê peyama xwe de, daxwaza piştgiriya ji bo referendum û serxwebûnê ji rojnamevanên Kurdistanê dike û dibêje:

“Niha ku xebat û qurbanîdana gelê me gihîştiye qonaxekî hestiyar û yekalîker, ez daxwaz ji rojnamevanên xweşdiviyên Kurdistanê dikim, dûrî her cûre girêdayîbûneke siyasî, pênivîs û hizir û şiyanên xwe ji bo piştgiriya proseya referandumê û serxwebûnê bixin kar. Ji ber ku serxwebûn mulkê hemû Kurdistanê ye û proseyek e ji bo pêşketina gelê Kurdistanê û bicihbûna aştiya li navçeyê.” Rudaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!