Di 12ê Mijdarê de saet di 19.20ê de êrdhêjeka ku hêza wê di 7.3 richterê de bû rûda û li seranserê Kurdistanê hatîye hîskirin. Li gorî agahîyan navnedê wê derûdora bajarê Helepçeyê û Sileymanîyeyê bûye lê bajarê din Hewler, Duhok, Kerkuk, Xaneqîn, Diyala û bajarên din yên başûrê Kurdistanê û li hemû parçeyên Kurdistanê hatîye hîskirin. Xelk di nav panikê de ji malên xwe derketine derve.
Li gund û navçeyên Helepçe û Sileymanyeyê agahî nahên bidestxistin, lê li navçeya bajarê Sileymaniyê li Derbendîxanê gelek xesar çêbûye, gelek birîndar hene. Li Hewlerê 2 kes mirine 50 kes birîndar bûne; li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê 6 kes mirine û gelek kes birîndar bûne.
Dihê ragahandin ku xelk dê şevê li derve derbas bikin.