Navenda Nûçeyan- Kurdên Êzidî roja 2ê Sibatê Cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin, ev jî piştî ku Encûmena Rûhanî ya Êzidîyan û kesayetîyên olî çil rojî rojî girtin, ku jê re dibêjin Çilegir.
Peyamnêrê Rûdawê, Eyûb Nisrî li Perestgeha Lalişê ragihand, cejna Çileya Zivistanê ya Kurdên Êzidî yek ji wan cejnan e ku zêdtir taybet e bi kesên oldar ên Êzidî, bi taybet jî ew kesên ku 40 rojan rojî dibin.
Eyûb Nisrî got, di nava oldarên Kurdên Êzidî de hin kesên ku 4o rojên Çileya Zivistanê rojî dibin, jê re dibêjin Çilegir.
Di Çileya Havînê de jî, cejneke hevşêwe ya Kurdên Êzidî heye.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ew cejn ji berîya du rojan ve bi sema û hin merasiman dest pê kirîye, wate roja dawîya meha Çile û îro Yekşemê jî hin merasim hatin lidarxistin û piştre piranîya wan kesên oldar ku 40 roj bûn li Perestgeha Lalişê diman, çûne malên xwe.
Xortekî Êzidî ku li Perestgeha Lalişê xizmetê dike, derbarê cejnê de dibêje, di cejna Çileya Zivistanê de Babe Şêx û endamên Civata Rûhanî ya Êzidîyan tên perestgehê û bo du şevan semayê digêrin û qewlan dibêjin.
Rûdaw